Dêrik: Barhîlgira petrolê teqiya, qurbanî hene
Di encama teqîna barhilgireke petrolê de, li bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê kesekî canê xwe ji dest da û hejmarek kesên din jî brîndarbûn

K24 – Navenda Nûçeyan
Di encama teqîna barhilgireke petrolê de, li bajarê Dêrikê yê rojavayê Kurdistanê kesekî canê xwe ji dest da û hejmarek kesên din jî brîndar bûn.
Ligor Nuçegîhanê Kurdistan24, di dema ku hosteyê çakkirina barhilgiran, barhilgireke petrolê li caddeya Kornîş ya bajarê Dêrikê lihêm dikir, ew barhilgir teqiya, di encam de zarokekî sêzde salî canê xwe ji dest da û çar kesên din jî brîndarbûn.
Nûçegîhanê Kurdistan 24 herweha ragihand, brîndar ji bo nexweşxaneyên bajêr hatine veguhestin, û Hêzên Asayişê jî dest bi lêkolînan kirin e.
C.B