Amnesty daxwaza hilweşandina sizaya davekirina Kurdekî li Îranê dike

Amnesty: Eger heye Hikûmeta Îranê piştî meha Remedanê sizaya bidarvekirinê li ser wî zindaniyê Kurd bicî bike.

K24 - Navenda Nûçeyan

Rêxistina Lêbûrîna Nêvdewletî (Amnesty) ji Îranê xwest ku sizaya bidarvekirinê, ya ku li dijî zindaniyê Kurd Ramîn Hisên Penahî derxistiye, betal bike.

Rêxistina Amnesty di daxuyaniyekê de, dilgiraniya xwe li ser egera bicîkirina sizaya bidarvekirina wî girtiyê Kurd da xuyakirin, ku eger heye Hikûmeta Îranê piştî meha Remedanê wê sizayê bicî bike.

Li gorî rapora Amnesty, Ofîsa Bicîkar ya Sizayên Giran li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ragihandiye, ku piştî bidawîbûna meha Remedanê, wê sizaya bidarvekirinê li ser wî zîndaniyê siyasî yê Kurd were bicîkirin.

Ramîn Hisên Penahî di Tîrmeha derbasbûyî de, ji aliyê hêzên Îranê ve bi tometa endametiya partiyeke Kurdî hat girtin û sizaya bidarvekirinê li wî hat birrîn.

N.O