Li Yûnanê penaberên Ereb ên Sûrî 4 penaberên Kurd kuştin
Di encama wê êrîşê de, 4 penaberên Kurd jiyana xwe jidest dan û bi dehan jî bigranî birîndar bûn.
K24 - Navenda Nûçeyan
Hat ragihandin, ku şevê din, hejmareke mezin ji penaberên Ereb ên Sûrî û Iraqî, li nav kampeke penaberan li girava Mytilene ya Yûnanî, bi şîş û boriyan êrîşî penaberên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê kirin û di encama wê êrîşê de, 4 penaberên Kurd jiyana xwe jidest dan û bi dehan jî bigranî birîndar bûn.
Hat ragihandin, penaberên Ereb bi tometa ku penaberên Kurd rojî negirtine, êrîşî wan kirin û polîsên Yûnanî yên ku parastina kampê dikirin, destwerdan nekirin, tevî ku êrîşa wan penaberên Ereb demeke dirêj dewam kir.
Li ser vê mijarê penaber Moro Terboş ku bixwe di nava wê kampê de bûye ji K24ê re da zanîn, ji ber pirsên nijadperestiyê bi sedan Erebên ku di kampê de ne bi kêr û hesinan êrîşî xortên Kurd kirin.
Wî bînerî amaje bi rewşa birîndaran kir, ku hejmarek ji xortên Kobanî û Efrînî rastî eşkenceyê hatin û hejmarek mezin ji xelkê hatine birîndarkirin, di nava birîndaran de jî zarok û kalemêrê temen mezin jî hebûn û rewşa wan xirab e
Herwiha Moro Terboş bêdengiya polîsên Yûnanî şermezar kir, ku polîsên Yûnanê herdem di bûyerên wiha de bêdeng dimînin.
Vê bûyerê karvedanên tund û bihêrs li ser torên civakî ji aliyê çalakvanên Kurd ve li pey xwe anî û gelleka ji wan, polîsên Yûnanî şermezar kirin, ji ber ku rê li ber wê êrîşê negirtin.
Herwiha çalakvanan wêne û girteyên vîdyoyî yên dema êrîşê li ser torên civakî belav kirin.
N.O