Parêzerên Demîrtaş ji bo azadkirina wî serdana Dadgeha Destûrî kirin
Parêzer Mahsunî Karaman li ser Twitterê ragihand, ew li bendî Dadgeha Destûrî ne, ku di nav 2-3 rojan de bersiva wan bide.

K24 - Navenda Nûçeyan
Piştî ku Dadgeha Enqerê, daxwaza azadkirina berbijarê HDPê ji bo Serokatiya Tirkiyê Selahedîn Demîrtaş red kir, parêzerên Demîrtaş serdana Dadgeha Destûrî kirin.
Parêzer Mahsunî Karaman li ser Twitterê ragihand, ew li bendî Dadgeha Destûrî ne, ku di nav 2-3 rojan de bersiva wan bide.
Ev bû nêzîkî 19 mehan Selahedîn Demîrtaş di zîndana Edîrneyê de girtî ye û ji aliyê HDPê ve, wek berbijarê Serokatiya Tirkiyê hatiye destnîşankirin.
Berî niha jî hersê berbijarên opozisyonê ji bo Serokatiya Tirkiyê daxwaza berdana Demîrtaş kiribûn, daku karibe bi awayekî azadane beşdarî bangeşeya hilbijartinan bibe.
N.O