HSD bersîva Esed da
HSDê bersîva Serokê Sûriyê dide û radighîne, çareya leşkerî, ne çareserî ye û dê şer, ziyan û wêraniyê bigihîne gelê Sûriyê
K24 – Navenda Nûçeyan
HSDê bersîva Serokê Sûriyê dide û radighîne, çareya leşkerî, ne çareserî ye û dê şer, ziyan û wêraniyê bigihîne gelê Sûriyê.
Peyvdarê Hêzên Sûriya Demokrat HSD Kîno Gabriêl di daxûyaniyekê de ji bo Ajansa Reuters, bersiva Serokê Sûriyê da û ragihand, çareya leşkerî ji bo gihiştina armancan, ne çareserî ye.
Peyvdarê HSD herweha ragihand, her çareyek leşkerî ji bo Hêzên Sûriya Demokrat, dê ziyan û wêranî û pirsgirêkan ji bo gelê Sûriyê zêde bike.
Serokê Suriyê Beşar Esed di hevpeyvînekê de ligel kenaleke Rûsî ragihandibû ku, HSD divê cîhên kontrol dike, radestî Hêzên Hikumetê bike, ger na ew amade ne ni hêzê bidest bixin.
C.B