PDK pîrozbahiyên xwe digihîne YNK

Peyama pîrozbahiya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê bi helkefta 43mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê radighîne, herêma Kurdistanê ...

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê tekeziyê li ser hevxebat û yekrêziyê digel Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û aliyên din yên siyasî yên Kurdistanê ji bo parastina destkeftan û rijdbûn li ser bidestxistina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê dike.

Di peyama pîrozbahiya Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê bi helkefta 43mîn salvegera damezrandina Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê radighîne, herêma Kurdistanê di rewş û qonaxeke din re derbas dibe, bi taybet piştî hilbijartinên Civata Nûnerên Iraqê û pêkanîna kabîneya hikûmetekî nû li Iraqê. Lewma carek din tekeziyê li ser hevxemî û yekrêziya xwe, mil bi milê hêz û aliyên siyasî yên din yên Kurdistanê ji bo parastina destkeftan û berevanîkirin ji wê ezmûnê re û rijdbûn liser bidestxistina hemû mafên rewa yên gelê Kurdistanê diyar dike.

Herweha di wê daxûyaniyê de, Partiya Demokrat a Kurdistanê hêvî dike, ew helkeft bibe hêvênê yekgirtî û xweşkirina zemîneya çareserkirina pirsgirêkên dinav Yekîtiyê de bi taybet û nav mala Kurdistanê bi giştî, ji bo avakirina hevpeymaniyek bihêz di navbeyna wan de û hevgotara siyasî, hevpeymanî, bratî, wekhevî û aştewaniya hemû hêz û aliyên siyasî. Nehiştina hemû rêgir û nakokiyan û bidestxistina baştirîn destkeft ji bo Kurd û Kurdistaniyan.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment