Fermana desteserkirina Rêbwar Talebanî hate derkirin

Dadgeha Lêkolînan a Kerkûkê fermana desteserkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî derkir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Lêkolînan a Kerkûkê fermana desteserkirina Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî derkir.

Dadwer Sebah Mecîd Îbrahîm ku dadwerekî Kurd e ferman ji hêzên ewlehkariyê re derkiriye, heger Rêbwar Talebanî li çi cihekî be destser bikin û ji bo lêpirsînê li pêş dadgehê amade bikin.

Her di wê derbarê de, Rêbwar Talebanî di daxuyaniyekê de ku wêneyek jê ji K24ê re şandiye, tê de ew biryara desteserkirinê piştrast kiriye û dibêje naveroka wê li dijî yasayan e.

Derbarê amadebûna li pêş dadgehê, Rêbwar Talebanî dibêje: “Ez venagerim Kerkûkê û nikarim vegerim.”

Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê bi wekalet Rêbwar Talebanî ji piştî bûyerên 16ê Cotmeha sala 2017an ve ji Kerkûkê derketiye.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment