Fermana girtina Rêbwar Talebanî hat hilweşandin
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ragehand ku, biryara girtina wî hilweşiya û got ku, piştgiriya Serok Barzanî bo min şanaziyeke mezin e.

K24 – Navenda Nûçeyan
Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê Rêbwar Talebanî ragehand ku, biryara girtina wî hilweşiya û got ku, piştgiriya Serok Barzanî bo min şanaziyeke mezin e.
Rêbwar Talebanî di çarçova beşdariya di bernameya “Basî Roj” a K24ê de da zanîn, fermana desteserkirina wî hat temîzkirin û ew ferman hate hilweşandin.
Got jî, bereya Tirkumenî li pişt wê fişara ser desteya nezahet a dadgehê bû, ta ji dadgehê fermana girtinê bê derkirin.
Amaje bi wê yekê kir ku, ew dadwerê ferman derkiriye Kurd bû û ketibû bin bandora bereya Tirkumenî û wî gilî jî li dijî wî dadwerî tomar kir.
Derbar helwesta Serok Barzanî Rêbwar Talebanî got: “Serok Barzanî di pirsên netewî de her dem piştgiriya min dikir, tevî ku ez bi ser Partiya Yekgirtû ye jî, lê jê re ne giring bû ez bi ser kîjan aliyê siyasî ve bim. Bo min piştgiriya Serok Barzanî şanaziyeke mezin e.”
Roja 3ê vê mehê dadgeheke Kerkûkê biryara girtina Rêbwar Talebanî derkiribû, di yekem helweste de jî nivîsingiha Serok Mesûd Barzanî ragehand ku, hemû Kurd piştgiriya Rêbwar Talebanî dikin û ez jî bi hemû hêza xwe piştgiriya wî dikim.
S. B