Tirkiye: Kengî me xwest em karin dest li ser Qendîlê deynin

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ku kengî welatê wî bixwaze, ew karin dest li ser Qendîlê deynin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Suleyman Soylu ragihand, ku kengî welatê wî bixwaze, ew karin dest li ser Qendîlê deynin.

Suleyman Soylu ji televizyoneke taybet a Tirkiyê re axivî û derbarê operasyonên derveyî sînor ên Tirkiyê tekez kir, ku berî niha Qendîl ji wan re armancek dûr bû, lê niha armance nêzîk e û kengî bixwazin ew karin Qendîlê bidest bixin.

Soylu diyar kir, ku ji bo encamdana operasyonekê li dijî Qendîlê, ew li bendî dema herî guncaw in û di demeke nêzîk de, wê serbazên Tikriyê biçin Qendîlê.

Navhatî tekez kir, ku armanca wan tenê bi Qendîlê bidawî nabe, ji ber ku ewê operasyonekê li Kampa Mexmûrê jî encam bidin.

Berî niha jî serokê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan ragihandibû, ku heger Bexda gerîlayên PKKê ji Iraqê dernexe, wê artêşa Tirkiyê bixwe êrîşî Qendîl, Şingal û Mexmûrê bike.

Erdogan di dîdareke televizyonî de got: Heger biçûktirîn gef ji nav axa Iraqê li ser Tirkiyê bê kirin, emê Bexdayê haydar bikin û heger ew nikaribin wê pirsgirêkê çare bikin, wê Tirkiye bixwe êrîşî Şingal, Qendîl û Mexmûrê bike.

Herwiha Erdogan tekez jî kir, ku çêdibe êrîşên wan di her demekê de bên destpêkirin.

Di çend rojên derbasbûyî de, berpirsên Tirkiyê li gel nêzîkbûna dema helbijartinan, gefên xwe bi encamdana êrîşekê li ser Qendîl, Şingal û Kampa Mexmûrê zêde kirine.

N.O

Fly Erbil Advertisment