Trump encamên civîna ligel Kim Jong-un aşkere kir
Piştî civîna dîrokî ya di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koryaya Bakur Kim Jong-un, derbarê pêkanîna aştiyê di navbera her du welatan de, Donald Trump konferanseke rojnamevanî lidar xist.

K24 – Navenda Nûçeyan
Piştî civîna dîrokî ya di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koryaya Bakur Kim Jong-un, derbarê pêkanîna aştiyê di navbera her du welatan de, Donald Trump konferanseke rojnamevanî lidar xist.
Trump di konferansa rojnamevanî de got: “Koryaya Bakur amade ye çekê atomî jinav dibe û amade ne destpêkeke nû dest pê bikin.”
Trump got jî, wan behsa rewşa mirovî li Koryaya Bakur kiriye û xelkê Koryayê ti carî ewqas bawerî bi serokekî nekirine.
Trump diyar kir, Serokê Koreya Bakur Kim Jong-un ji bo Koşka Spî hatiye vexwendin û ev vexwendin hatiye qebûlkirin. Trump got jî: "Ez jî amade me di demeke guncaw de serdana Pyongyangê bikim."
Got jî: Dema ji Koryaya Bakur re çekê atomî nemîne, wê demê sizayan jî li ser wî welatî radikin. Pêwendiyên dîplomasî dê bi Koryayê re werin danîn, lê hîna dem nehatiye.
Serokê Amerîka Donald Trump û Serokê Koryaya Bakur Kim Jong-un îro li hotela Capella a Singeporeyê hatin ba hev û di pişt re lûtkeyek girtî encam dan û rêkeftinek îmze kirin.
S. B