Serok Barzanî: Cebar Osman nimûneya giyanê mirovdost û fedekariya mirovî yê Kurd e
Serok Barzanî peyameke sersaxiyê ji malbata welatiyê Kurd Cebar Osman re şand, ku ji bo rizgarkirina jineke Ereb ji xeniqandinê di çemê Çomanê de canê xwe jidest dabû.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî peyameke sersaxiyê arasteyî malbata welatiyê Kurd Cebar Osman kir, ku ji bo rizgarkirina jineke Ereb ji xeniqandinê di çemê Çomanê de canê xwe jidest dabû.
Di peyamekê de ku li pêgeha xwe ya eliktironî ya fermî belav kir, Serok Barzanî ew bûyer bi kêmwêne binav dike û dibêje: “Ev bûyereke kêmwêne ye û nîşaneke gelekî ron e ji kiltûra bilind a gelê Kurd e, bo rêzgirtin li mêvanan û alîkariya xelkê lêqewimî ye û sembola mirovsalariya Kurd e.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Gelekî xembar in bi bihîstina can jidestana Cebar Osman, ku ji bo rizgarkirina giyanê welatiyeke geştiyar a Ereb, xwe kire qurbanî û di rûbarê Çoman li nêzîkî gundê Bersîrîn xeniqî.”
Serok barzanî dibêje: “Bi vê boneyê serxweşî li malbata wî gencê fedekar ê gelê me dikim, ku ji bo rizgarkirina welatiyeke geştiya ya Ereb xwe kire qurbanî û canê xwe dest da. Ew genc nimûneya giyanê mirovdostî û fedekariya mirovî yê Kurd e.”
Herwiha di peyamê de hat jî: “Ji xwedêyê mezin dixwazim, giyanê xwedê jê razî (Cebar Osman) di bihuşta berîn de şad bike û sebr û aramiyê bide malbata wî.”
Roja 17ê vê mehê, jineke Ereb ligel malbata xwe ji bo geştûguzariyê serdana devera Soranê kiribû û li nêzîkî gundê Bersîrîn kete ava Çomanê, di wê demê xortekî bi navê Cebar Osman xwast wê jina Ereb rizgar bike, lê bixwe jî xeniqî.
S. B