Hêzeke serbazî ya Tirkiyê li Minbicê bicî dibe
Nûçegihanê Kurdistan24ê tekez kir, ku li devera di bin kontrola HSDê de jî çend dewriyên hevbeş yên Amerîkî û Tirkî digerin.
K24 - Navenda Nûçeyan
Zirîpoş û çekdarên Tirkiyê gihiştin bajarê Minbicê yê Rojavayê Kurdistanê û li derdora pira Sacûrê belav dibin.
Fermandarê giştî yê Encûmena Serbazî ya Minbicê ji Kurdistan24ê re ragihand, ku zirîpoş û tankên Tirkiyê gihiştine ser pira Sacûrê û li herdu aliyan tevgerê dikin.
Nûçegihanê Kurdistan24ê ragihand, ku hêzên Tirkiyê gihiştine rêbenda gundê Ûne Dadat li nêzîkî pira Sacûrê, ku aliyekî wê pirê di bin kontrola Artêşa Azad de ye û li aliyê din, di bin kontrola HSDê de ye.
Herwiha nûçegihanê Kurdistan24ê tekez kir, ku li devera di bin kontrola HSDê de jî çend dewriyên hevbeş yên Amerîkî û Tirkî digerin.
Ji aliyê xwe ve, jêderên serbazî ji nav Artêşa Tirkiyê ragihandin, ku Tirkiyê wê hêza xwe di navbera Cerablus û Minbicê de belav bike, daku karibin rêketina Tirkî-Amerîkî li Minbicê bicî bikin.
Berî niha Tirkiye û Amerîka derbarê Minbicê li ser nexşerêyekê lihev kirin, li gorî wê lihevkirinê, di qunaxa yekem de, wê PYD û YPG ji wî bajarî derkevin, piştre wê hêzeke Amerîkî Tirkî hevbeş, derbasî bajar bibe û çavdêriya rewşê bike daku piştrast bibe ku hemû endamên PYD û YPG ji wî bajarî derketine, piştre jî wê rêveberiyeke xwecihî ji xelkê bajar were pêkanîn.

.jpg)
N. O