Pentagon: Ti hêzên Tirkiyê neçûna nava Minbicê

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, ti hêzên Tirkiyê neçûna nava bajarê Minbicê û hevahengiya bi Tirkiyê re tenê ji bo deverên derveyî bajêr e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) ragihand, ti hêzên Tirkiyê neçûna nava bajarê Minbicê û hevahengiya bi Tirkiyê re tenê ji bo deverên derveyî bajêr e.

Peyvdarê Pentagon Eric Pahon ragihand, ti hêzên Tirkiyê neçûne nava bajarê Minbicê û tenê hevhanegiyek di navbera hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Tirkiyê ji derveyî Minbicê heye.

Serokerkaniya îro di daxuyaniyekê de ragihand, îro hêzên Tirkiyê û Amerîka bi awayekî cuda li hêlên di navbera navçeyên Mertala Feratê û navçeyên derveyî wê tevgeriya bûn.

Di wê derbarê de, îro Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil ji K24ê re red kir ku ti hêzeke Tirkî derbasî aliyê Minbicê bûbe.

Fermandarê Giştî yê Encûmena Leşkerî ya Minbicê got jî, Îro danê nîvro hêzeke Tirkî derket û yek demjimêrê li navçeyên di bin kontola Mertala Feratê de tevgeriya û di pişt re vegeriya baregehên xwe.

Ebû Adil tekezî li ser wê yekê jî kir, ew bi ti carî qebûl nakin ti hêzeke Tirkî derbasî Minbicê bibe. Ew bixwe dikarin bajarê xwe bi rê ve bibin û wan ev helwest jî Hevpeymaniya Navdewletî re ragihandiye. Heger hat û Tirkiye derbasî Minbicê bibe ew amade ne şer li dijî Tirkiyê jî bikin.

 

S. B