Di hilbijartinên Kurdistanê de deng bi dest tên hejmaretin

Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê radigihîne, amadekariyên temam ji bo birêvebirina hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê hatine kirin û hejmartina dengan bi dest dibe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komisyona Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê radigihîne, amadekariyên temam ji bo birêvebirina hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê hatine kirin û hejmartina dengan bi dest dibe.

Endamê Encûmena Komisyaran di Komisyona Hilbijartin û Rapirsiya ya Herêma Kurdistanê de Cotyar Adil ji K24ê re ragihand, ji ber derketina pirsgirêkan di amûreya eliktironî di hilbijartinên Iraqê yên 12ê Gulanê de, biryar hat dayîn ku dengên hilbijartinên Kurdistanê bi destan bên hejmartin.

Got jî, ew biryar li ser daxwaza aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê bû.

Di wê çarçovê de Êzidî jî daxwaza kursiyên “kote” dikin, wek çawa (11) kursiyên kote ji Tirkmen, Kildan, Aşûrî û Ermenan re hatiye terxankirin.

Bi nerîna Komisyonê jî, diyarkirina kursiyên kote ji Êzidiyan re, girêdayî bi yasaya hilbijartinê ve ye û li Parlemantoya Kurdistanê divê yasayekê dane û kursiyan ji Êzidiyan re terxan bike.

Hilbijartinên Parlemantoya Kurdistanê di 30î Îlona bê de tê kirin. Biryar e roja 3ê Tîrmehê dest bi tomarkirina navên kandîdan bê kirin. ta niha jî 38 lîsteyan navên xwe tomar kirine.

 

S. B