“Projeya Kurdistana Sûriyê tê hilweşandin”
Di bin navê “Projeya Kurdistana Sûriyê tê hilweşandin” de malpera “Eurasia Daily” gotarek li ser serkeftina Tirkiyê di astengkirina xewna dewleta Kurdî li bakurê Sûriyê de belav kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di bin navê “Projeya Kurdistana Sûriyê tê hilweşandin” de malpera “Eurasia Daily” gotarek li ser serkeftina Tirkiyê di astengkirina xewna dewleta Kurdî li bakurê Sûriyê de belav kir.
Di gotarê de hat, Tirkiyê li bakurê Sûriyê li herêmên Kurdistana Sûriyê serkeftineke mezin bidest xist û sînorê wê herêmê di bin fişara wê de teng bû. Li gor berjewendiyên Enqerê pirsgirêka Minbicê tê çareserkirin û Kurd ji Minbicê derdikevin, tevî ku Kurdan ji cîhanê hemû re tekez kirin ku vê diyariyê nadin Tirkiyê.
Di wê gotarê de hatiye: “Mixabin Kurd neçar bûn derkevin. Zincîreya civînên Amerîkî-Tirkî derbarê hêlên dîplomasî û leşkerî gihîşt dariştina nexşerêyekê ji bo Minbicê. Xala yekem jê wê nexşerêyê, vekişîna Kurd ji bajêr û çûna wan bo rojhilatê çemê Ferêt e.”
Raport dibêje: “Lihevkirinên Enqere û Washingtonê hîna bidawî nebûne. Pêwîst e her du alî hûrgiliyên wê danin. Her du hevpeymanên NATOyê jî hin nakokî di navbera wan de hene. Lê Kurd di hemû rewşan de ne aliyê sêyemîn e di wan lihevkirinan de. Ew tenê çavdêrê ku erê dike ye.”
Li gor gotarê: “Hemû agahiyên li ber dest dibêjin, xiyanetiya Amerîka ji berjewendiyên Kurd re, hîşt perçebûn têkeve nava rêzên Yekîneyên Parastina Gel. Hin ji wan biryar dane ku li pişt Amerîka berdewam bin. Hinan jî biryar dan bi Şamê re bê merc têkevin danûstandinan.”
Gotar amaje bi bijardeyên li pêşiya YPGê dike û nivîsiye, “Li pêşiya YPGê û PYDê du rikberiyên sereke hene. Yekem, egera kişandina çekên Amerîkî yên berê radestî YPGê kirine ye. Di demekê de ku berpirsên Tirkiyê her car behsa wê yekê dikin, ku ev beşek e ji rêkeftina wan a bi Amerîka re ye.”
Herwiha nivîsiye, “Çekên giran ên Amerîkî yên radestî YPGê bûne, sedemeke sereke ye ji girêdana wê bi hejmûna Amerîkayê ve. Herwiha divê YPGê dest ji wê jî berde, pirsa li ber vê yekê jî ranawest e, Kurd dê li pêşiya pirsa mana yekîneyên xwe bin jî.”
Li ser bijardeya duyemîn gotarê xuya kiriye, “Rikberiya duyem, dest dê ji YPGê bê berdan û dê bi tena xwe rûbirûyî hevpeymaniya (Tirkiye, Îran û Sûriyê) bibe. Li gor Enqere, Tehran û Şamê, Kurd gelek pirsgirêkan dirust dikin, bi taybet ku hin hevkarî ji aliyê Washingtonê ve werdigirine, loma her sê peytext Enqere Tehran û Şamê dixwazin dawiyê li projeya “Kurdistana Sûriyê ” bînin.
S. B