PDK: Redkirina hilweşandina dengên Pêşmerge, erênî ye

Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê di daxûyaniyekê de eşkere kir, piştî ragihandina encamên hilbijartinan helwest û nerînên cuda belav bûn. Û wan wek Partî ragihandibû, ji bo nehiştina guman û dilgiraniyan, pêwîst e rê û rêkarên yasayî û destûrî bên bikaranîn

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser redkirna biryara hilweşandina dengdana taybet ji aliyê dadgeha federalî ve, Partiya Demokrat a Kurdistanê radighîne, ji encama skala û dîvçûna wan, rewatî bi wê biryara ku nîşana kînê ye nehat dayîn, û di encama lêkolîna dadgeha federalî de, bi berjewendiya xelkê dilsoz ê Kurdistanê û Pêşmerge û hêzên navxweyî biryar derçû, ku skala û helwesta wan jî, li ser wê babetê bi tenê bû.

Peyvdarê Partiya Demokrat a Kurdistanê di daxûyaniyekê de eşkere kir, piştî ragihandina encamên hilbijartinan helwest û nerînên cuda belav bûn. Û wan wek Partî ragihandibû, ji bo nehiştina guman û dilgiraniyan, pêwîst e rê û rêkarên yasayî û destûrî bên bikaranîn. Lê mixabin Civata Nûneran, di bin fişara çend aliyan, bi mebesta lêdana nav û dengê Pêşmerge û hêzên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, mercê beşdariyê di civînên Civata Nûneran de û temam kirina rêjeya yasayî, civîna xwe bi zêdekirina xalekî li ser proje yasayê dest pê kirin, ku dengê pêşmerge û hêzên navxweyî yên Kurdistanê, bi bê lêkolîn û hejmartin bên betal kirin.

Her zû, Partî ev kar bi ne yasayî û ne destûrî binav kir, û wan zanî ku, ew kar ji bo dilgiraniya wan, ji qehremanî, qurbanîdan û xweragiriya wan hêzan e. Ji bilî wê yekê jî, tu xwendineke din ji bo wî karî nîn e.

 

 

C.B