PDK: Xaneqîn Kurdistanîbûna xwe piştrast kir

Di derbarê greva xelkê Xaniqînê de, ku ev dû roj in ji bo vegerandina Hêzên Pêşmerge ji bo sînorê devera wan dest bi çalakiyan kirin e, Civata Serkirdayetiya Kerkûk - Germyan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di daxûyaniyekê de piştevanî û hevsoziya xwe ji bo wê greva cemawerî ragihand

K24 – Navenda Nûçeyan

Di derbarê greva xelkê Xaniqînê de, ku ev dû roj in ji bo vegerandina Hêzên Pêşmerge ji bo sînorê devera wan dest bi çalakiyan kirin e, Civata Serkirdayetiya Kerkûk - Germyan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê di daxûyaniyekê de piştevanî û hevsoziya xwe ji bo wê greva cemawerî ragihand.

Di daxûyaniya Civata Serkirdayetiya Kerkûk - Germyan ya Partiya Demokrat a Kurdistanê de hatiye, Xaniqînê Kurdistanîbûn a xwe piştrast kir. Ev dû roj in xelkê serbilind ê Xaneqîn a Kurdistanê ji hemû çîn û texên xwe ve, grev ji bo vegera Pêşmerge û vegera rûmeta ji bo devera xwe girtin e.

Di beşeke din ya daxûyaniyê de tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ew wek Civata Serkirdayetiya Kerkûk - Germyan a Partiya Demokrat a Kurdistanê, bi hemû awayekî piştevaniyê dikin û wek herdem dengê wan digel dengê xelkê Xaneqîn a serbilind û şoreşger de ye. Vê helwêsta Kurdane bilind dinirxînin û hêviya berdewamiya grevê jî dikin, jiber ku daxwaza xelkê Xaneqînê daxwazek rewa û xwezayî ye, ku hemû zulm û dagîrkaryekê red dike.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment