Baroya Diyarbekrê skala dijî Wezîrê Navweyî tomar kir

Baroya Diyarbekrê: Soylu erkê xwe xerab bikar aniye, bêrêzî kiriye û bûye handerê tawankirinê

K24 – Navenda Nûçeyan

Baroya Diyarbekirê, derbarê Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu de sikala tomar kir, ku gotibû, Baroya Diyarbekirê girêdayî PKKê ye.

Rêveberiya Baroya Diyarbekirê, serî li Serdozgeriya Komarê da û da xuyakirin, ji roja damezrandinê heta îro, bo dadwerî, demokrasî, mafên mirovan û serdestiya mafnasiyê têkoşiyaye û li cîhanê xwedî cihekê rêzdar e.

Di serlêdanê de hat destnîşankirin, jiber ku rêxistinên civakî xwestin e bûyera Pirsûsê ya Rihayê lêkolîn bikin, Wezîrê Navxweyî ew bi alîgiriya PKKê tometbar kirin e. Jiber vê yekê, Soylu erkê xwe xerab bikaraniye, bêrêzî kiriye û bûye handerê tawankirinê.

Da xuyakirin, serokê berê yê Baroyê Tahîr Elçî jî, piştî kempîneke reşkirinê bûye armancê êrişan û canê xwe jidest daye, niha jî heman helwest  hember hemû saziyên sivîl tê nişandan.

 

 

C.B

 

 

Fly Erbil Advertisment