Li 30 herêmên Colemêrgê 14 rojan derketin hat qedexekirin

Parêzgariya Colemêrgê di bin navê (Herêmên Ewlehiyê) de, li 30 navçeyên li sînorê Gever, Şemzînan û Çelê derketina derve li sivîlan qedexe kir.

K24 - Navenda Nûçeyan

Parêzgariya Colemêrgê di bin navê (Herêmên Ewlehiyê) de, li 30  navçeyên li sînorê Gever, Şemzînan û Çelê derketina derve li sivîlan qedexe kir.

Parêzgariyê diyar kir, ku ew biryar wê ji îro 23 Hizêranê ve û heya 7 Tîrmehê berdewam be.

Li gorî hin jêderên xwecihî, tê çaverêkirin ku di vê heyamê de, operasyonên serbazî li dijî gerîlayên PKKê li wan navçeyan destpê bikin.

Herwiha Parêzgariya Colemêrgê di daxuyaniya xwe de, hişyarî daye welatiyan ku pêwîst e pêbendî biryarê bin.

N.O