HSD gihişt sînorên Iraqê

Hêzên Sûrya Demokrat, piştî şerûpevçûnan li gel çekdarên DAIŞê, bi piştevaniya hêzên Hevpeymanan, gundê El-Zîba kontrol kirin ku 6 Km ji sînorên Iraqê dûr e.

K24 - Navenda Nûçeyan

Medya ser bi Hêzên Sûrya Demokrat ve, belav kiriye ku piştî 21 rojan ji destpêkirina operasyona Bahoza Cizîrê, şervanên wan karîne xwe bigehînin sînorên Iraqê.

Duh Hêzên Sûrya Demokrat, piştî şerûpevçûnan li gel çekdarên DAIŞê, bi piştevaniya hêzên Hevpeymanan, gundê El-Zîba kontrol kirin ku 6 Km ji sînorên Iraqê dûr e.

Li gorî daxuyaniyên HSDê, ji destpêka operasyonê ve, wan rûberê bêtir ji 30 Km çargoşe kontrol kiriye.

Gundê El-Zîba xwedî pêgeheke stiratîjî bû ji çekdarên DAIŞê re, ku bi riya wî gundî heya sînorên Iraqê, alîkariyên locistî ji wê girûpê re dihatin.

N.O