Herêma Kurdistanê rê li ber hatina welatiyên Rojavayê Kurdistanê vekir

Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê biryara rakirina qedexeya hatinê ji ber navên hin welatiyên Rojavayê Kurdistanê û yên Sûrî ji bo Herêmê derxist.

K24 - Navenda Nûçeyan

Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê biryara rakirina qedexeya hatinê ji ber navên hin welatiyên Rojavayê Kurdistanê û yên Sûrî ji bo Herêmê derxist.

Di nivîseke fermî de, wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê ji bo rêvebiriyên niştecîbûnê li hersê parêzgehên Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê, biryar hate stendin ku qedexeya çûnûhatinê ji ser navên hemû welatiyên Rojavayê Kurdistanê û Sûryê bê rakirin û her welatiyek ku berî niha xeta sor li ber navê wî hatibe danîn û nekariye derbasî Herêma Kurdistanê bibe, wê ew xet ji ber navê wî bê rakirin û kare dîsa derbasî Herêma Kurdiatnê bibe.

Xeta sor yan jî qedexe li ber navê wan kesan dihat danîn, yên ku bi serdan ji Rojavayê Kurdistanê dihatin Herêma Kurdistanê û di dema xwe de venedigeriyan.

Ji aliyê xwe ve, nûneratiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûryê, ji Kurdistan24ê re ragihand, ku hejmara welatiyên ku ev lêbûrîn wan lixwe digire, bêtirî 8 hezar kes e û ji bo vê biryarê jî, bi fermî sipasiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

N.O