Hejmarek Senatorên Amerîkî seredana Minbicê kirin
Hejmarek Senatorên Amerîkî seredana Minbic kirin û soz dan, dê daxwaz ji Trump bikin ku Amerika hêza xwe ji wê navçeyê venekişîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Hejmarek Senatorên Amerîkî seredana Minbic kirin û soz dan, dê daxwaz ji Trump bikin, Amerika hêzên xwe ji wê navçeyê venekişîne.
Peyamnêrê K24ê li Minbic ragihand, îro hejmarek Senatorên Amerîkî, ku di nav wan de Senatorê Komarîyan Lindsey Graham û Senator Jeanne Shaheen serdana Minbic kirin û li wir ligel berpirsên Encûmena Leşkerî ya Minbicê civiyan.
Senator Grayam ji berpirsên Minbicê re got, nabe artêşa Amerîkayê ji Minbicê vekişe û eger karekî weha bike şaş dibe. Soz da jî, dema ku vegeriya, bi berpirsên Amerîkayê re pêwîstiya alîkarîkirina Encûmena Leşkerî ya Minbicê bigre dest û daxwaza berdewamiya alîkariya Amerikayê jî bîne ziman.
S. B