MERI dewletsaziyê guftûgo dike
Enstûta Rojhilata Navîn ya Lêkolînan “MERI” konferanseke taybet bi “Dewletsazî” û serweriya yasa û damezrawiyê li Herêma Kurdistanê birêve dibe. Kurdistan24ê sponsera wê ya medyayî ya.
K24 – Navenda Nûçeyan
Enstûta Rojhilata Navîn ya Lêkolînan “MERI” konferanseke taybet bi “Dewletsazî” û serweriya yasa û damezrawiyê li Herêma Kurdistanê birêve dibe. Kurdistan24ê sponsera wê ya medyayî ya.
Konferans îro Sêşemê 3 Tîrmehê ji demjimêr 9:00 û ta 17:30 li hotela Rotana ya bajarê Hewlêrê birêve diçe û çendîn tewer tê de tên gotûgokirin.
Li gor bernameya konferansê, ku berî demekê li bajarê Dihokê jî birêve çûbû, Cîgirê Serokê Parlemantoya Kurdistanê û hejmarek ji berpirs û wezîrên berê, paremanter û şareza tê de beşdar in.
Konferans ku îro bîner dikarin li Kurdistan24ê bibînin, tê de çend tewer û pirs tên guftûgokirin, wek (Serweriya yasayê û damezrawîkirina desthilatên yasadana û dadweriyê) û (Sîstema dariştina yasayan, damezrawîkirin, bilindkirina koalitiyê)
Herwiha (Webirhênan ji behre û karînên rabertiya parlemantar û dadweran) û (Perlemanto û hikûmeta xwecihî: Pênasîna pêwendî û desthilatan)
S. B