Sê şandên din ên aliyên Iraqî tên Hewlêrê

Şandên her yek ji Hevpeymaniya (Sairûn) a Muqteda Sedir, Hevpeymaniya Nesir a Ebadî û kulteyên sunnî, wê serdana Hewlêrê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Jêderekî haydar ragihand, ku piştî hatina şanda hevbeş a Fetih û Dewleta Yasa ji bo Hewlêr, wê sê lîstên din jî şandên xwe bişînin Herêma Kurdistanê û li gel Partiya Demokrat a Kurdistan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bicivin.

Li gorî heman jêderî ku ji (Şefeq News) re axiviye, şandên her yek ji Hevpeymaniya (Sairûn) a Muqteda Sedir, Hevpeymaniya Nesir a Ebadî û kulteyên sunnî, wê serdana Hewlêrê bikin.

Wî jêderî diyar kir, ku serdana wan şandan ji bo Hewlêrê, ji bo gotûbêjkirina pêkanîna hevpeymaniyeke mezin e li nav Perleman û piştre pêkanîna Hikûmeta nû.

Duh jî şanda hevbeş a Hevpeymaniya Fetih û Dewleta Yasa, li Hewlêrê li gel Partî û YNK civiya û serkirdeyekî Hevpeymaniya Fetih ragihand, ku ew hatine kêşeyan çareser bikin.

N.O

Fly Erbil Advertisment