Metirsiya teerîbkirina deverên Kurdistanî zêdetir dibe

Rêveberê şarederiya Sergeran hişyariyê ji helmeteke te'rêbkirina gundên sînorê Sergeran û Dûbiz dide û dibêje, 500 gundên wî sînorî metirsiya te'rêbkirinê liser e

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêveberê şarederiya Sergeran hişyariyê ji helmeteke te'rêbkirina gundên sînorê Sergeran û Dûbiz dide û dibêje, 500 gundên wî sînorî metirsiya te'rêbkirinê liser e.

Lûqman Hisên, rêveberê nahiya Sergeran, di daxuyaniyekê de amaje kir ku, piştî bûyerên 16ê Cotmehê Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê, bi hezaran Erebên hawirdekirî li sînorê Dûbiz û Sergeran bicih kirin e. Herweha ew bi çek kirin e. Eşkere kir ku, Parêzgarê sepandî yê Kerkûkê di nûtirîn hewl de bo Te'rêbkirina gundên sînorî yê Dûbiz û Sergeran, liser daxwaza Skalaya Erebekî hawirde biryar daye ku, karê di zeviyan de û çandinî rawestandiye, heta ku pirsgirêkên mulkdarî werin çareserkirin. Dibêje jî, eger wiha berdewam bike , di pêşerojê de liser skalaya, her Erebek hawirde, proseya çandiniyê, li gundên Kurdî radiweste.

Herweha eşkere kir ku, 500 gûndên navçeya Dûbiz, Sergeran, Pirdê, Hesar, Şiwan, Leylan û Tirkelan, Daqûq û Topizawa metirsiya Te'rêbkirinê û derkirina Kurdan liser e. Daxwaz ji Hikumeta herêma Kurdistanê û Mekteba siyasî ya Partî û Yekîtî dike ku, çareyekê bo vê pirsgrêkê bibînin.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment