Şerê çekdarî di nav xwepêşanderên Iraqî û milîsan de qewimî
Şevê din li her yek ji bajarên Besra, Dîwaniye, Zîqar, Mîsan, Necef, Kerbela, Wasit û Babil bihezaran kes derketin xwepêşandanan.

K24 - Navenda Nûçeyan
Hikûmeta Iraqê qedexeya derketinê li parêzgehên Necef, Kerbela û Besra ragihand, ew jî piştî ku milîs û girûpên çekdar û hêzên emnî tundî beramberî xwepêşanderan bikar anîn û biçekan rastî wan hatin.
Şevê din li her yek ji bajarên Besra, Dîwaniye, Zîqar, Mîsan, Necef, Kerbela, Wasit û Babil bihezaran kes derketin xwepêşandanan û daxwaza nehiştina bêkariyê û peydakirina xizmetkariyên av û karebê ji Hikûmetê kirin.
Li gorî çend jêderan, niha xwepêşandan veguherîne şerê çekdarî û xwepêşander bizavan dikin li seranserî wan bajaran derbasî nav baregehên hizbî û hikûmî bibin.
Di vê çarçoveyê de, li bajarê Necef 2 xwepêşander bi gulleyên milîsên Esayib Ehl El-Heq hatin kuştin, dema ku wan xwepêşanderan xwestin derbasî nav baregeheke wê girûpê bibin.
Ev jî di demekê de ye, ji bilî birrînî karebê û internêtê li ser tevahiya Iraqê û ragihandina qedexeya derketinê li wan parêzgehan, herwiha hêzên polîs dest bi girtina dukanan û navendên bazirganî li wan parêzgehan kirin.
N.O