PYKS: “Bi serperiştiya Asayişa PYDê dest li baregeha me hate danîn”

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) radigihîne, bi serperiştiya Asayişa Rojava dest li ser nivîsgeha wê ya li Qamişlo hatiye danîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) radigihîne, bi serperiştiya Asayişa Rojava dest li ser nivîsgeha wê ya li Qamişlo hatiye danîn.

Komîta Navendî ya PYKS di daxuyaniyekê de ragihand, “Grûpeke ji çend kesan bi zora hêzê dest daniye ser baregeha pariya wan a nû li Qamilşo û prose bi serperiştiya asayişa PYDê birêve çûye.”

Di daxuyaniyê de hatiye, “Destdanîna ser baregeha wê partiyê li gor hemû yasa û rîsayên navdewletî yên mafên mirovan, binpêkirineke berçav e û destdirêjiyeke metisîdar e û wek destdanîna bi zorê ya ser mal û milkên welatiyên Efrînê ji aliyê grûpên çekdar ve ye.”

PYKS bang li civaka navdewletî û welatên ku hewla dîtina çareseriyeke siyasî ji rewşa Sûriyê re dikin kir, “Kiryar û riftarên dijminane yên PYDê li hember gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî û bi taybetî ENKSê ji girtina serkirdeyên wê, girtin û şewitandina baregehên partiyan rawestîne.”

Duhî, hejmarek ji kesan dest danîbûn ser baregeha PYKS a nû ya li rojavayê Yarîgeha Beledî a Qamişlo.

 

S. B