Jinên Cindirêsê li dijî revandina xortan derketin xwepêşandanê

Li bajarokê Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve bi dehan jinên Kurd derketin kolanan û daxwaza serbestkirina kesûkarên xwe yê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Cindirêsê ya ser bi Efrînê ve bi dehan jinên Kurd derketin kolanan û daxwaza serbestkirina kesûkarên xwe yê ji aliyê grûpên çekdar ve hatine revandin kirin.

Jêderekî ji Cindirêsê ji K24ê re ragihand, bi dehan jin ji kesûkarên girtiyan berên xwe dan pêşiya dadgeha leşkerî ya çekdarên ser bi Tirkiyê ve û daxwwaza azadkirina heşt girtiyên ku berî bi du rojan li ser destên milîsan hatibûn girtin kirin.

Li gor heman jêderî, rewşa nerazîbûn û nearamiyê girtiye ser bajarokê Cindirêsê û bi taybet ku xeberek netekezkirî di nav xelkê de belav bûye û tê gotin ku du milîsên bi ser Tirkiyê ve du girtî di bin îşkencê de kuştine.

Tê zanîn ku milîsên bi ser Tirkiyê ve, berî bi du rojan 11 welatiyên Kurd ên Cindirêsê girtibûn û 3ê ji wan berdabûn ku rastî îşkenceya tund hatibûn û hîn heya niha 8 girtî di zîndana dadgeha leşkerî de mane.

Pêr li Cindirêsê li taxa Jêr çekdarên Feyleq el-Şam avêtibûn ser malên Kurdan û hejmarek ji welatiyan girtin û eşkence dan û sivikî bi jin û zarokan kirin û malên wan talan kirin.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment