Xamneyî: Ger Îran bê astengkirin, aliyek din jî, dê nikaribe petrolê bifroşe
Rêberê Olî yê Komara Islamî ya Îranê Hamaney di hevdîtina xwe ligel balyozên Îranê li derveyî welat, berpirsên Wezareta derve ya Îranê û nûnerên welatên derve êi Îranê de axaftinek pêşkeş kir

K24 – Navenda Nûçeyan
Rêberê Olî yl Komara Islamî ya Îranê Xamneyî di hevdîtina xwe ligel balyozên Îranê li derveyî welat, berpirsên Wezareta derve ya Îranê û nûnerên welatên derve li Îranê de axaftinek pêşkeş kir.
Di axaftina xwe de Rêberê Olî yê Îranê bala Amerika û welatên ku dixwazin dorpêçê liser Îranî deynin kişand û got: Serokomar anî ziman ku, ger Îran di firotina petrolê de bê astengkirin, li herêmê tu aliyek din jî dê nikaribe petrolê bifroşe. Ev helwêsta Komara Islamî ye û daxûyaniyek girîng e”.
Xamneyî herweha ji Wezareta Derve ya Îranê xwest, ligel sekna Serokomar Rûhanî rawest in.
Xamneyî diyarkir ku, Amerika ne cîhê baweriyê ye, lê dê ligel welatên Ewrûpa danûstandinên xwe berdewam bikin.
C.B