Li 30 gundên colemêrgê qedexe hat ragihandin
Parêzgariya Colemêrgê li gundên Colemêrg û navçeyên wê weke herêmên ewlehiya taybet ragihand.

K24 – Naveçeyan
Parêzgariya Colemêrgê li herêmên Colemêrg û navçeyên wê weke herêmên ewlehiya taybet ragihand. Li gor biryarê ketin û derketina van hereman hatiye qedexekirin.
Parêzgariya Colemêrgê bi daxuyaniyekê ji bo 15 rojan li 30 gundên dikevin sînorê navçeya Gever, Şemzînan, Çelê û navenda bajêr qedexe ragihand.
li gor daxuyaniya Parêzgariya Colemêrgê, qedexe îro despê dike û wê heta 6ê Tebaxê berdewam bike.
Ji aliyekî din ve, duh li Şemzînana Colemêrgê di êrişeke gerîlayên PKKê de parêzvanekî gund hatibû kuştin û 2 leşker jî birîndar bibûn.
Tê çaverêkirin piştî ragihandina qedexeyê, artêşa Tirkiyê li wan deveran dest bi operasyonê bike.
S. B