Êrîşkerên Parêzgariya Hewlêrê ser bi Melayekî ve bûn
Rêvebirê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ragihand, ji berî çend rojan ve meleyek li bajarê Hewlêrê hatibû desteserkirin, êrîşkerên ku duhî êrîşî Parêgariya Hewlêrê kiribûn, ser bi wî melayî ve ne.
.jpg)
K24 – Navenda Nûçeyan
Rêvebirê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ragihand, ji berî çend rojan ve meleyek li bajarê Hewlêrê hatibû desteserkirin, êrîşkerên ku duhî êrîşî Parêgariya Hewlêrê kiribûn, ser bi wî melayî ve ne.
Rêvebirê Asayişa Hewlêrê Tariq Nûrî ji rojnameya «Bas News” re aşkere kir, her sê êrîşkerên duhî hatine kuştin ser bi Mela Îsmaîl Soseyî bûn, ku ew mela berî du hefteyan ji aliyê asayişa Hewlêrê ve hatibû desteserkirin.
Rêvebirê Asayişa Hewlêrê aşkere kir jî, Mela Îsmaîl Soseyî li pêş dadgehê li wê yekê mikur hat ku ew ser bi DAIŞê ve ye.
Di wê rojnameyê de hatiye, berê pêwendiya wî melayî bi grûpeke din a teroristî re hebû, ku dema ew grûp ji aliyê asayişê ve hatibû girtin, navê Mela Îsmaîl anîbûn. Mela Îsmaîl jî li wê mikur hat ku pêwendiya wî bi wê grûpê re heye.
Tariq Nûrî got jî: “Wî melayî çendîn karên ragihandinê ji DAIŞê re kiriye û dema hatiye girtin çendîn çek, teqemenî, Klaşînkov û bombe hatin dîtin. Wî xwe ji bo karekî teroristî yê mezin amade dikir, lê berî wî karî teroristî encam bide, me ew mela desteser kir.”
Duhî êrîşeke çekdarî li ser Parêzgariya Hewlêrê pêk hat û di encamê de fermanberekî parêzgehê şehîd bû, 5 karmendên ewlehiyê birîndar bûn.
Li gor Dijeterora Herêma Kurdistanê, ew sê çekdar di pevçûna li gel hêzên ewlehiyê de hatine kuştin û hemwelatiyên herêma Kurdistanê ne û rûniştvanên bajarê Hewlêrê.

S. B