2 Kurd cihê xwe di komîta destûrê de digirin
Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê, lîsta navên xwe ji bo Komîteya Destûrê ya Sûriyê destnîşan kir û navên du kesatiyên Kurd di nav wan de hene.

K24 – Navenda Nûçeyan
Desteya Danûstandinan a Opozisyona Sûriyê, lîsta navên xwe ji bo Komîteya Destûrê ya Sûriyê destnîşan kir û navên du kesatiyên Kurd di nav wan de hene.
Îro Serokê Desteya Danûstandinan a Opozsyona Sûriyê Nesr el-Herîrî pêkanîna şanda opozisyonê ji bo gotûbêjkirina Destûra Sûriyê ragihand û navên her 50 kesan eşkere kir, di nav wan de jî navên Hewas Egîd û Zehra Mihemed hene, ku her du jî nûnerên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ên di nav Desteyê û Itîlafê de ne.
Li gor daxuyaniya Serokê Desteyê, ew lîste li ser bingehê kesên xwedî ezmûn hatiye pêkanîn û digel wê lîsteyê jî, wan tîmek ji kesên pispor di warê yasa û destûrê de jî pêk aniye, da ku ji şanda wan re alîkar be.
Tekez jî kiriye ku, beşdariya wan di nav Komîteya Destûrê de nayê wateya, ku prosêsa siyasî ya Sûriyê dê di wê çarçoveyê tenê de bê çareserkirin.
S. B