Ensarîoglû: Sîstema berê ya Tirkiyê Kemalîst bû

Ensarîoglû: Di sîstema berê de, her tişt di destê Artêşê de bû, hêza serbazî dest bilind bû û aliyên siyasî nikarîbûn pirsên demokratiyê di siya wê sîstemê de berfireh bikin yan biparêzin.

K24 - Navenda Nûçeyan

Perlemanterê berê yê AKPê, Galîp Ensarîoglu beşdarî bernameya (Basî Roj) a K24ê bû û ragihand, ku sîstema Perlemanî, ya ku 95 salan li Tirkiyê berdewam kir, sîstemeke Kemalîst bû û li gorî wê sîstemê, çi kesê li Tirkiyê dijî Turk e û ew sîstem li hebûna gelê Kurd mikur nedihat.

Herwiha diyar kir, ku di sîstema berê de, her tişt di destê Artêşê de bû,  hêza serbazî dest bilind bû û aliyên siyasî nikarîbûn pirsên demokratiyê di siya wê sîstemê de berfireh bikin yan biparêzin.

Derbarê pirsa nebûna kesatiyên Kurdî di hikûmeta nû ya Tirkiyê de, Ensarîoglû tekez kir, ku vê yekê dilgiraniyek li cem Kurdan çêkiriye, ew yek jî vegerand wê sedemê, ku dibe serokê Tirkiyê ketibe karvedanekê beramberî doza Kurdî de, ji ber ku bi gotina Ensarîoglû: (Receb Teyib Erdogan) çar caran bizava çarekirina doza Kurdî kir û piroseya aştiyê li Tirkiyê meşand û ji bo wê armancê, bi dehan biryarên nû derxist û ragihand, ku piştî 95 salan ji înkara hebûna Kurdan, ewê mafê gelê Kurd biparêzin. Li dijî piroseyên aştiyê, jî, Tevgera Feto û Artêşê ne dixwestin ew pirosana biser kevin û piştî wan bizavan, aliyê Kurdî jî weke HDP û BDPê bersiveke erênî nedan û piştevaniya çareseriyê nekirin, wê yekê hişt ku Erdogan wan piroseyan rawestîne.

Li ser pirsa din ya pêşkêşkarê bernameyê (Cemal Batûn) ku doza Kurd li Bakurê Kurdistanê, doza netewekê ye, ne doza partiyekê yan rêxistinekê ye, Ensarîoglû got: Rast e, Kurd netewke xwedî mafên mirovî û demokratî û çandî ye û dema ku piroseya aştiyê bi PKKê yan bi HDPê re neçe serî, nayê wateya ku mafê miletê Kurd ku ji 20 heya 25 milyonan pêk tê, were windakirin. Ev yek nabe, welatiyên Kurd di vê dewletê de dijîn û ev dewleta hemûyan e.

Derbarê pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, Galîp Ensarîoglû zelal kir, ku piştî encamdana referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê, aloziyên mezin di navbera Tirkiyê û Herêma Kurdistanê de çêbûn û got: Wê demê ez rabûm û min ji berpirsên Tirkiyê re got, ev pirs karekî navxwe yê Iraqê ye û referanduma Herêma Kurdistanê, li gorî destûra Iraqê hatiye bicîkirin û ew yek ne li dijî Tirkiyê ye.  

N.O

Fly Erbil Advertisment