Mezintirîn zanîngeh li Kobanê tê avakirin
Li bajarê Kobanê yekemîn û mezintirîn avahiya ji bo zanîngehekê tê avakirin. Ew avahî ji aliyê saziyeke herêmî tê girtin û 7 melyon Dolar nirxê lêkirinê jê ra hatiya amedekirin û dê 5 hezar xwendekar lê karibin bixwînin.
K24 – Kobanê
Li bajarê Kobanê yekemîn û mezintirîn avahiya ji bo zanîngehekê tê avakirin. Ew avahî ji aliyê saziyeke herêmî tê girtin û 7 melyon Dolar nirxê lêkirinê jê ra hatiya amedekirin û dê 5 hezar xwendekar lê karibin bixwînin.
Ev projeya avahkirina avahiya zanîngehekê li Kobanê mezintirîn zanîngeh e li Rojavayê Kurdistanê ye û di qonaxa ya duyemîn de berdewam dibe. Li gor endizyarên projê, pêşbîn e avakirina wê zanîngehê di heyama 2 salan de bidawî bibe.
Endezyarê projê Mehmûd Xelîl ji ser avakirina avahiya zanîngehê ji K24ê re got: “Niha em di qonaxa duyem de ne. Qonaxa yekem amadekirina cihê zanîngehl bû, niha me dest bi qonaxa girtinê kiriye. Niha karker ji bo girtina qata yekem kar dikin, piştre jî qatên din dê werin girtin.”
Zanîngeha Kobanê li ser rûbera 3.5 hezar çargoşe tê avakirin û 7 melyon Dolar ji bo wê hatiye terxankirin û dê 5 hezar xwendekarê karibin tê de bixwînin. Herwiha avakirina vê projê jî ji aliyê saziya Hêvî yê herêmî tê birêvebirin.
Rêvebirê Saziya Hêvî Mislim Nebo ji K24ê re got: “Em wek saziya Hêvî erkê me niha ew e, em projeyê bidawî bikin. Kelpel û pêwîstiyên xwendinê jî dê Desteya Xwendina Bilind dê pê rabe. Piştî bidawîkirina avakirina zanîngehê, em wê radestî Desteya Xwendina bilind dikin.”
Ev proje ya yekemîn ji cûreya xwe ku li Rojavayê Kurdistanê tê avakirin û bi taybet li bajarê Kobanê, ji ber ku berî krîza Sûriyê xwendin li Rojavayê Kurdistanê tenê ta asta amedehiyê bû û peymangeh û zanîngeh jî li bajarên Sûriyê bûn. Pêşbîn e ku ev zanîngeh tevahiya xwendekarên Rojavayê Kurdistanê jî li xwe bigire.
