HDP: Fişarên li ser ragihandina bi Kurdî li Tirkiyê berdewam in

Saruhan Oluç: Kenala Zarok TV, 5 caran hatiye sizakirin, ji ber ku tenê peyva Kurdistanê di nav stiranekê de derbas dibe.

K24 - Navenda Nûçeyan

Peyvdarê HDPê Saruhan Oluç ragihand, ku Artêşa Tirkiyê di operasyonan de, daristanên Kurdistanê dişewtîne û fişarên li ser ragihandina Kurdî bi hemû dijwariyan berdewam dike.

Saruhan Oluç, piştî civîna Encûmena HDPê kongorekî rojnamevanî lidar xist û diyar kir, ku fişarên li ser Kurdan gihiştine wî astî, ku stiran û pertûk tên qedexekirin.

Oluç zelal kir, ku Kenala Zarok TV, 5 caran hatiye sizakirin, ji ber ku tenê peyva Kurdistanê di nav stiranekê de derbas dibe.

Navhatî tekez kir, di dema şewatên Yûnanê de, Tirkiyê bizav kir ku firokeyên vemirandinê bişîne wî welatî, lê dema operasyonên Artêşa Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê destpê dikin û daristanên Dêrsim, Licê, Pasûr û Nisêbînê û gellek deverên din tên şewtandin, Hikûmeta Tirkiyê ti firokeyên vemirandina agir naşîne.

N.O