Diyale bûye navendeke DAIŞê
Jêderekî emnî Iraqî eşkere kir, ku li çend navçeyên parêzgeha Diyale çekdarên DAIŞê çalak in û hîn metirsiyê li ser deverê çêdikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.
Jêderekî emnî Iraqî eşkere kir, ku li çend navçeyên parêzgeha Diyale çekdarên DAIŞê çalak in û hîn metirsiyê li ser deverê çêdikin.
Wî jêderî bêyî ku navê xwe eşkere bike, ji medya Rûsî re got: Navçeyên (Hewd El-Weqif) li parêzgeha Diyale bûne navçeyên çalakiyên çekdarên DAIŞê, tevî ku piroseyên serbazî yên Iraqî li wê parêzgehê û navçeyên din ên Iraqê berdewam in.
Herwiha diyar kir, ku çekdarên wê girûpa tundrew li wan navçeyan bûne metirsî li ser parêzgehê û parêzgehên derdorê jî, bi sedema hebûna rez û baxçe û navçeyên çandiniyê li wê deverê gellek in û ew çekdar karin bi asanî tevgerê bikin herin û bên.
Ev yek jî di demekê de ye, ku hêzên emnî û serbazî yên Iraqê çendîn operasyon li dijî çekdarên DAIŞê encam dane.
N.O