Serok Barzanî û Elî Qeredaxî rewşa Iraq û navçê gotûbêj dikin

Serok Mesûd Barzanî pêşwazî li Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman Dr. Elî Qeredaxî kir û di civînê de her du aliyan tekezî li ser rewatiya mafên gelê Kurdistanê û redkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li gor nûçeya malpera taybet a Serok Barzanî, îro roja Yekşem 12.08.2018 li Selahedîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Emîndarê Giştî yê Yekîtiya Cîhanî ya Zanayên Misilman û Serokê Rabîteyên (Tevgerê) Îslamî yê Kurd Dr. Elî Qeredaxî û şanda li gel kir, ku ji Serok û Endamên Desteya Kargêrî ya Rabîteya Îslamî Kurd pêk hatibû.

Di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên dawî ya Iraq û navçeyê û rûdanên piştî referandûmê guftûgo kirin û tekez jî li rewayetiya mafên gelê Kurdistanê û redkirina sepandina bi zorê û zebirûzeng li ser gelê Kurdistanê kirin.

Her di vê civînê da her du aliyan di derbarê hilbijartinên meha Eylûla pêş de û pêwîstiya karkirin û danîna bernameyeke bi hêz ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo baştirkirina jiyan û guzeraniya hemwelatiyan de danûstandina bîr û ramanan kirin.

S. B 

Fly Erbil Advertisment