Endamekî Encûmena Navendî ya YNKê koça dawiyê kir

Endamê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Pêşmergeyê dêrîn Ziraza Çola koça dawî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Endamê Encûmena Navendî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Pêşmergeyê dêrîn Ziraza Çola koça dawî kir.

Peyvdarê Encûmena Navendî ya YNKê Letîf Nêrweyî ji medyaya partiya xwe re ragihand, îro piştî nîvro Endamê Encûmena Navendî ya YNKê û Pêşmergeyê dêrîn Ziraza Çola di temenê 61 saliyê de ji ber nexweşiya çelteyê koça daweiyê kir.

Got jî, termê Zirar Çola îro li binarê Çiyayê Reş bi amadebûna Cîgirê Sekreterê Encûmena Navendî û hevalên din û malbata wî bi xakê hate spasrtin.

Zirar Çola yek ji Fermandarên dêrîn ên Pêşmergeyên Kurdistanê bû û di dema dawî de demekê wek Cîgirê Sekreterê Encûmena Navendî ya YNKê bû.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment