Apê Cemîlê Îso şivanê ku hevalê rewşenbîrên Kurd bû

Ji xotaniya xwe ve peyam, pirtûk û belavokên partiyên siyasî li gund û bajaran belav dikir, gelek caran ji aliyê hêzên ewlehî ya Sûriyê ve hatiye girtin û seydayê Cegerxwîn helbesteke taybet li ser wî hûnandiye.

 

K24 – Qamişlo

Cemîlê Îso li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê kesayetekî navdar e û herkes wî nas dike, bi taybet kesên temen mezin û yên ku mijûlî siyaset û nivîsandinê dibin. Ji xotaniya xwe ve peyam, pirtûk û belavokên partiyên siyasî li gund û bajaran belav dikir, gelek caran ji aliyê hêzên ewlehî ya Sûriyê ve hatiye girtin û seydayê Cegerxwîn helbesteke taybet li ser wî hûnandiye.

Seydayê Cigerxwîn çend malik ji helbesta bi navê Rebename di dîwana şefeq de li ser Cemîlê îso hûnandibû. Apê Cemîl kesayetekî navdare li devera Cizîra Rojavayê Kurdistanê û ji wan kesên ku li gel hin siyasetmedar û rewşenbîrên kurd û li gorî karînên xwe xebateke kurdewarî kiriye. Li gundê Tilşi'îrê apê Cemîl şivantî dikir û li gel mirovekî cihû bi navê Barûk bi alîkariya mele Ehmedê Namî fêrî zimanê Kurdî bû.

Gundê Tilşi'îrê ku apê Cemîl li wir jidayik bûye, bûbû mîna navendeke civatên siyasetmedar û rewşenbîrên Kurd û li gorî apê Cemîl dibêje ew bi mîr Celadet Bedirxan, Osman Sebrî,Dr. Nûredîn Zaza, helbestvanê Kurd Cegerxwîn û Hejar Mokiryanî û hin kesayetên din re civiya ye û ji ber wê jî apê Cemîl peyam, pirtûk û belavokên Kurdî yên wan rewşenbîran li gundan digerandin û ji ber wê jî gelek caran ji aliy hêzên ewlehiya Sûriyê ve hatiye binçav kirin.

Tevlî ku temenê apê Cemîl gihiştiye zêdeyî 90 salî, lê sebir û hedana wî nayê ku li nava kolanên bajêr û li gundan negere û ji ber vê gera ku li ser lingê xwe dike tendirustiya wî jî bas e û ta niha bê berçavk Quranê û pirtûkan dixwîne. Li gorî welatiyên deverê dibêjin, apê Cemîl kesekî naskirî ye û beşdariya hemû xweşî û nexweşiyên xelkê dibe, loma herkes rêzdariya wî digrin û jê hesdikin.

Apê Cemîlê Îso ku jiyaneke zor û zehmet û bi hejarî zarokên xwe mezin kirine, niha jî ligel hevjîna xwe û kurekî ku di zindanê de gelek eşkence xwariye û nema dikare tu karan bike jiyana xwe diqedîne û hêviya wî heye ku keda wî neyê jibîrkirin.