Tirkiye devera Biradost bombebaran dike
Firokeyên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna baregehên PKKê hejmarek ji gundên devera Biradost a Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Firokeyên şer ên Tirkiyê bi hinceta hebûna baregehên PKKê hejmarek ji gundên devera Biradost a Başûrê Kurdistanê bombebaran kirin.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, şeva bûrî firokeyên şer ên Tirkiyê gundê Şikêw, Malemala, Robê Rola, Girê Şivan, Xakurk, geliyê Reş û geliyê Xakurkê bombebaran kir.
Artêşa Tirkiyê ji dawiya Buharê ve li herêma Biradost li dijî PKKê operasyonan birêve dibe û bi vê armancê jî nêzîkî 30 K.M derbasî nav axa Başûrê Kurdistanê bûne.
Devera Bradost ser bi qezaya Soran ve ye û 150 K.M li bakurê rojhilatê bajarê Hewlêrê dikeve.
S. B