Îran daxwaza vegera rêkeftina atomî li Amerîka dike

Peyvdarê Wezareta derve yê Komara Islamî ya Îranê Behram Qasimî, ji Amerika xwest ku vegere rêkeftina atomî ya ligel Îranê û pêdiviyên wê rêkeftinê bicîh bîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdarê Wezareta derve yê Komara Islamî  ya Îranê Behram Qasimî, ji Amerika xwest ku vegere rêkeftina atomî ya ligel Îranê û pêdiviyên wê rêkeftinê bicîh bîn e.

Ligor Qasimî ev baştirîn bijarde lipêş Amerika ye û anî ziman: “Em hêvîdar in Amerika herêm û Îran baş naskiriye. Nakeve şaştiyên berê, jiber ku Rojhilata Navîn herêmek aloz û hessas e”.

Qasimî herweha diyarkir ku, Trump nikare siyasetên dixwaze li Rojhilata Navîn bicîh bike, welatên herêmê û cîhanê jî vê sepandina Amerîkî napejîrinin. Daxwaz ji welatên Ewrûpayî Rûsya û Çînê kir, fişarê li Amerika bikin, ji bo ku vegere rîkeftina atomî ya ligel Îranê.

 

 

C.B

 

Fly Erbil Advertisment