4 kolberên Rojhilatê Kurdistanê bûn qurbaniya mînekê
Ji ber teqîna mîneke vedayî bi hejmarek kolberên Kurd ên bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê, 4 kolber bûne qurbanî.

K24 – Navenda Nûçeyan
Ji ber teqîna mîneke vedayî bi hejmarek kolberên Kurd ên bajarê Merîwana Rojhilatê Kurdistanê, 4 kolber bûne qurbanî.
Îro demjimêr 3ê sibê, li gundê Balîkder a ser bi qezaya Penciwîn a Başûrê Kurdistanê mîneke vedayî bi hejmarek ji kolberên Rojhilatê Kurdistanê de teqiya.
Di encamê de, kolberekî canê xwe jidest daye û 3 kolber jî birîndar bûne.
Li gor daxuyaniyeke nexweşxaneya Penciwînê, termê wî kolberî bo Bijîşkiya Dadwerî a Silêmaniyê hatiye veguhastin û 3 kolberên birîndar jî bo dermankirinê bo bajarê Merîwanê hatin veguhastin.
Li gor nûçeya Rêxistina Hingaw a Mafên Mirovan, kesê canê xwe jidest dane bi navê Sidîq e û navên birîndar jî Îqbal Ehmed, Îbrahîm Mihemed û Mensûr Mecîd in.
S. B