TEVDEM awayê sîstema xwe diguherîne
Li gorî daxuyaniya TEVDEMê, di wî kongirî de, wê Tevgera Civaka Demokrat peykerbendî û mîkanîzma kar û pilanên xwe yên pêşerojê biguherîne.

K24 - Navenda Nûçeyan.
Tevgera Civaka Demokratî (TEVDEM)ê ragihand, ku ewê sibe kongirê xwe yê sêyemîn li bajarokê Rimêlan ê Rojavayê Kurdistanê lidar bixe û ewê biryarên nû di wî kongirî de bistînin.
Li gorî daxuyaniya TEVDEMê, di wî kongirî de, wê Tevgera Civaka Demokrat peykerbendî û mîkanîzma kar û pilanên xwe yên pêşerojê biguherîne.
TEVDEM di 16 Berçileya sala 2011an hat damezirandin û ji bilî PYDê pênc partiyan gellekî biçûk li xwe digire.
N.O