Li Çewlikê leşkerek hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn

Li bajarokê Kanîreşê yê ser bi Çewlikê ve leşkerekî Tirkiyê hate kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Kanîreşê yê ser bi Çewlikê ve leşkerekî Tirkiyê hate kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Li gundê Çatakê yê ser bi bajarokê Kanîreşê di navbera gerîlayên PKKê û Arteşa Tirkiyê şerekî dijwar derket. Di encamê de leşkerekî hate kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Ev yek di demekê de ye, li gundewarên Çewlikê, operasyonên li dijî PKKê berdewam dike.

Ji aliyekî din ve hat zanîn, leşkerê ku bajarokê Bazîda Agiriyê di çarçoveya operasyonên dijî PKKê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment