MSD: Ti bingehên herdemî yên Amerîkî li Sûryê tine ne

Ilham Ehmed: Hevpeymaniya Navdewletî bingehên xwe li rojhilatê Çemê Firatê bihêz dike û ti pêwendiya vê yekê jî bi danûstendinên me re, yên li gel Hikûmeta Sûryê tine ye.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Seroka Desteya Bicîkar a Encûmena Sûrya Demokrat (Ilham Ehmed) ragihand, ku ti bingehên serbazî yên hertimî yên Amerîka li Sûryê nehatine avakirin.

Ilham Ehmed ji ajanseke Almanî re ragihand, Hevpeymaniya Navdewletî bingehên xwe li rojhilatê Çemê Firatê bihêz dike û got: Ti pêwendiya vê yekê jî bi danûstendinên me re, yên li gel Hikûmeta Sûryê tine ye.

Ehmed diyar kir, ku Hevpeymaniya Navdewletî naxwaze danûstendinên MSD bi Hikûmetê re asteng bike yan bidawî bîne û armanca Hevpeymanan ji bihêzkirina wan bingehan, ew e ku rê li ber vegera çekdarên DAIŞê bigirin.

Derbarê avakirina bingehên serbazî yên herdemî li navçeyên HSD ji aliyê Amerîka ve, navhatî got: Me nebihîstiye ku Amerîka wê bingehên hertimî ava bike.

Li ser danûstendinên wan bi Hikûmetê re Ilham Ehmed got: Hîn ti pêşketin çênebûye û ti demeke nû ji bo hevdîtinan, nehatiye destnîşankirin.

N.O