Dayikên Şemiyê: Ti kes nikare me bêdeng bike
Dayikên Şemiyê bersiva daxuyaniya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê didin û dibêjin, ti kes nikare wan bêdeng bike û gera wan bo dadweriyê dê berdewam bike.

K24 – Navenda Nûçeyan
Dayikên Şemiyê bersiva daxuyaniya Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê didin û dibêjin, ti kes nikare wan bêdeng bike û gera wan bo dadweriyê dê berdewam bike.
Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Silêman Soylu, çalakiya Dayikên Şemiyê bo dadwerî û diyarkirina çarenivîsa kesên ji hêla dewletê ve hatine wendakirin, wek piştevaniya terorê binav dike û tometên giran li wan dike.
Dayikên Şemiyê tevî xizmên windayan û hin parlamenterên HDPê, li Komeleya mafên Mirovan civîna rojnamevanî darxistin.
Dan zanîn, di êrişa polîsan de 47 dayikên şemî û xizmên wendayan birîndar bûne û hatine binçavkirin, lê Wezîrê Navxweyî dixwaze tawanên dewletê vedişêre û dayikan dayikan tawanbar dike.
Dan xuyakirin, ew hêza xwe ji mafdarbûna xwe û daxwaza dîtina hestiyên zarok û bicîhkirina dadweriyê digrin û tu hêz nikare wan asteng bike.
S. B