Peykerê Erdogan li bajarekî Almanyayê hat rakirin

Desthilatdarên Almanyayê li hember bertekên hemwelatiyan ên dijî peykerê serokomarê Tirkiyê, peykerê Erdogan rakirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Desthilatdarên Almanyayê li hember bertekên hemwelatiyan ên dijî peykerê serokomarê Tirkiyê, peykerê Erdogan rakirin.

Di çarçova festival “Wiesbaden Biennale” duh 28.08.2018ê li bajarê Wiesbadenê yê li rojavayê Almanyayê peykerê serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan ê 4 metreyî perde li ser hat rakirin.

Lê ji ber bertekên hemwelatiyan û nerazîbûnên tund nîşandan û ragehandin, peykerê kesên ku xizmetên mezin ji mirovahiyê re kiribin tên çêkirin. ‘’Peykerên wan kesan nayên çêkirin ku dijî demokrasi be û bi hezaran kes xistibin zîndanan.’’

Li hember wan bertekan desthilatiya bajarê Wiesbadenê derengê şeva bûrî peyker rakir û ber bi cîheke ne diyar ve birin.

 

S. B

Fly Erbil Advertisment