Mosko Wahingtonê hişyar dike
Balyozê Rûsya li Washingtonê Anatoly Antonov di egera lêdaneke Amerîkî li Sûriyê de hişyariyê dide Washingtonê û dibêje, ew lêdan tenê dikeve xizmeta terorê.

K24 – Navenda Nûçeyan
Balyozê Rûsya li Washingtonê Anatoly Antonov di egera lêdaneke Amerîkî li Sûriyê de hişyariyê dide Washingtonê û dibêje, ew lêdan tenê dikeve xizmeta terorê.
Balyozê Rûsî piştî civîna wî bi Nûnerê Amerîkî yê Taybet bo Karbarên Sûriyê James Jeffrey û dîplomatkar David Satterfield re, ji rojnamevanan re ragihand, wî dilgiraniya Rûsyayê derbarê egera lêdaneke Amerîkî li Sûriyê de ji dîlomatkarên Amerîkî re ragihand.
Anatoly Antonov got: “Her lêdaneke Amerîkî li ser Sûriyê nakeve xizmeta berjewendiya niştimanî ya çi aliyekî, tenê terorist dê sûdê jê bibînin.”
Herwiha Balyozê Rûsî daxwaz ji Amerîka kir heger çi belgeyên derbarê bikaranîna rêjîma Sûriyê ji çekê kîmawî re hene pêşkêş bike. got jî, daxuyaniyên Amerîka dibe egerek ku grûpên terorê şanoyeke din a êrîşa kîmawî çê bikin.
Li gor balyozê Rûsî, çekdarên Partiya Îslamî ya Tirkistanî 8 bermîlên Klorê gihandine bajarokê Cisr el-Şixûr û piştre veguhastine gundê Hilûz yê Idlibê, da ku şanoyeke din a êrîşa bi çekê kîmawî bikin.
Pêştir, Peyvdara Wezareta Derve ya Amerîka Heather Nauert gotibû, James Jeffrey û David Satterfield nîgeraniya Amerîka derbarê êrîşeke din a kîmawî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve li ser Idlibê ji Balyozê Rûsî re derbirîbûn.
Herwiha berî demekê jî Amerîka, Fransa û Brîtanyayê Serokê Sûriyê hişyar kir, heger çekê kîmawî li parêzgeha Idlibê bikar bîne, dê bersiveke tund bidin.
Wezareta Berevaniya Rûsî di daxuyaniyekê de ragihand, ku Amerîka tevgera xwe ya serbazî li nav Derya Sipî zêde kiriye û amadekariya êrîşekê li dijî Sûryê dike.
S. B