“Amerîka dikare di 24 demjimêran de êrîşî Sûriyê bike”

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand, Washington û hevpeymanên wê dikarin di 24 demjimêran de hêzên xwe li nêzîkî Sûriyê zêde bikin û êrîşî Şamê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê Maria Zaxarova ragihand, Washington û hevpeymanên wê dikarin di 24 demjimêran de hêzên xwe li nêzîkî Sûriyê zêde bikin û êrîşî Şamê bikin.

Maria Zaxarova îro di konferanseke rojnamevanî de got, gefên dijminane yên welatên rojava yên li Sûriyê û egera lêdaneke leşkerî, dê ne tenê li çareseriya siyasî bide, belkû dê ewlehiya cîhanê bi giştî têk bide. Got jî: “Ew êrîşa çaverêkirî, lîstina bi agir e.”

Zaxarova da zanîn, daxuyaniyên welatên rojava yên dibêjin “Eger e rêjîma Beşar Esed çekê kîmawî bikar bîne.” Û daxwaz ji rêjîma Sûriyê kirine ku ne ke jî, lê dibe ku şanoyeke êrîşa kîmawî çê dibe û li dawiyê êrîşî armancên leşkerî yên Sûrî bikin.

Diyar kir jî, Washington û hevpeymanên wê dikarin di 24 demjimêran de hêzên xwe li nêzîkî Sûriyê zêde bikin û êrîşî Şamê bikin.

Peyvdara Wezareta Derve ya Rûsyayê tekez kir, ti karînên Şamê yên bikaranîna çekê kîmawî nîn e, ku berê hemû çekên wê yên kîmawî hatin jinavbirin.

Berî niha Amerîka, Fransa û Brîtanyayê Serokê Sûriyê hişyar kir, heger çekê kîmawî li parêzgeha Idlibê bikar bîne, dê bersiveke tund bidin.

Wezareta Berevaniya Rûsî jî di daxuyaniyekê de ragihandibû, Amerîka tevgera xwe ya serbazî li nav Derya Sipî zêde kiriye û amadekariya êrîşekê li dijî Sûryê dike.

 

S. B