Opozisyon: Girtîgehên Suriye bûn e dujeh!

Ji ber berdewambûna Şerê navxwe yê Suriyeyê her roja ku diçe zêdetir kes tên kuştin û êşkence kirin. Li ser kuştin û êşkenceya li girtîgehên rejîma Esed de tê kirin Komîsyona niştîmanî ya Karûbarên girtî û bêserûşûnên Suriyê daxûyaniyek da

K24 – Navenda Nûçeyan

Ji ber berdewambûna Şerê navxwe yê Suriyeyê her roja ku diçe zêdetir kes tên kuştin û êşkence kirin. Li ser kuştin û êşkenceya li girtîgehên rejîma Esed de tê kirin Komîsyona niştîmanî ya Karûbarên girtî û bêserûşûnên Suriyê daxûyaniyek da.

Di daxûyaniyê de Serokê vê komîsyonê Yaser El Ferhan ragihand, bidawîhatina jenosîda li Suriyê û parastina mafê mirovan berpirsyariyeka hevbeş e û bang li civaka navnetewî kir ku, bi lezgînî fişarê li rejîma Esed bikin, da ku van tawanên hovane yên li dijî girtîyan dike rawestîn e.

Yaser el Ferhan-Serokê komîsyona girtî û wendayên Suriyê diyarkir:

''Belge û lêkolînên rêxistinên serbixwe, qebarê û tawanên rejîmê yên li dijî girtiyan diyar dikin.Rejîma Esed bi radestnekirina termên girtiyan bo kesûkarên wan, û herwiha veşartina gorên wan bi xwe, xwe tawanbar dike. Em ji vê derê bang li civaka navnetewî dikin ku, fişarê li rejîmê bikin, da ku ev kiryarên hovane bêne sekinandin.''

Serokê desteya ragihandina opozîsyona Suriyê Uqap Yehya jî got hezaran kes dibin êşkenceyê de li girtîgehên rejîma Suriyê de hatîne kuştin û ragihand ji bo rê li ber van kuştinan bê girtin divê hemû welat bizavan bikin.

Uqap Yehya-Serokê desteya ragihandina opozîsyona Suriyê anî ziman:

''Her roja ku diçe zêdetir kes di girtîgehên rejîmê de têne kuştin. Ev hovîtiya tê kirin li dijî hemû mirovahiyê ye.ji ber wê divê hemû welat li dijî van êşkenca û kuştinan alîkariya me bikin''

Komîsyona Niştîmanî ya Karûbarên girtî û bêserûşûnên Suriyê ragihand, rêxistina mafê mirovan ya Suriyê heta niha belgeyên kuştina 13 hezar kesan, di bin êşkenceyê de tomar kiriye. Diyar kir ku, li gor daneyên fermî 118 hezar di girtîgehan de ne, lê li gor texmînên wan 215 hezar kes niha di girtîgehan de dimînin.

 

 

 

C.B

 

 

Fly Erbil Advertisment